REHBERA ZÊRÎN DIDE QEZENCKIRIN

Rêbera Zêrîn ya ku di 2010’an de dest bi weşana xwe kiriye, bi taybetî di qada gastronomiyê de Rêbera herî kêrhatî ya kar a di qada xwe de ye ku li Ewrûpayê tê weşandin. Fîrmayên di rûpelên Rêbera me de cî digirin jî vê rastiyê piştrast dikin.

Bi gelemperî berevajiya rêberên lokal, Rêbera Zêrîn di serî de li Almanyayê, li hemû fîrmayên li Ewrûpayê kar dikin tê belavkirin.

Taybetiyeke Rêbera Zêrîn jî ev e ku ji tomerîfiroşan ji tomerîfiroşên din û ji tomerîfiroşan ji esnafên biçûk, ên navîn û ji gel re rasterast tê şandin.

Rêbera me ji bo nasandina bazara xwe û nasandina fîrmayên ku di vê bazarê de kar dikin a bi muşteriyên xwe re tê weşandin û di dewsa ku wekî rêberên lokal ên din ku li hin navendan kom bi kom tên belavkirin, ew yek bi yek digihîje ber destê fîrmayan û gel.

Tora belavkirinê ya Rêbera me di destpêkê de fîrmayên reklamê digirin, fîrmayên hilberîner ên di qada gastronomiyê de dixebitin û fîrmayên biçûk ên bi ser van ve, dezgeyên biçûk û navîn ên ku van fîrmayên me bi wan re danûstandinan dikin, restoran, loqente û dezgeyên bi vî rengî ne.

Rêbera Zêrîn ku xebateke xwerû ya ajansa reklamê ya MED’e, ji adresên ku ji aliyê ajansa me ve tên berhevkirin û herdem bi riya nûkirinê di binkeya agahiyan de tê tomarkirin re tê şandin.

Li aliyekî din, Rêbera Zêrîn ji komeleyên çandî, mizgeft, saziyên Elewî û hwd. ên li seranserê Almanyayê re jî tê şandin.

Yek ji taybetiyeke herî girîng jî ev e ku Rêber di standên me yên ku di Newrozê û Festîwala Çandê ya Navneteweyî de ku yek ji bo seranserê Almanyayê û ya din ji bo Ewrûpayê salê du caran tên lidarxistin de rasterast digihîje ber destê gel.

Armanca me ev e ku Rêbera Zêrîn di serî de fîrmayên di bazara me de kar dikin, tekeve hemû xaniyên mirovên me.

Rêbera Zêrîn ligel kara wê ya bazirganî, xwedî taybetiya rêbereke prestîjê ye jî ku fîrmayên bi rûmet ên li seranserê Almanya û Ewrûpayê kar dikin tîne cem hev.

Hûn jî di Rêbera me de cî bigirin, bigihîjin me, bigihîjin zêdetir mirovan.

Bi rêzdarî.